
Di van demên dawiyê de civaka Swêdê gelek gazinda ji hikûmeta xwe dike ka çima saziyên ewlekariyê û bi taybetî polîsê Swêdê rê li pêşiya geşkirina komele û rêxisitnê cîhadî nagire ku, li bajarên cudayên Swêdê bi azadî kar û çalakiyên xwe dikin. Bi tyabetî ew komele û rêxistinên cîhadî û terorîst ku di bin navên cuda de kar dikin, pereyek mezin didin hev û ji rêxistinên cîhadî û terorîst li welatên cuda dişînin.
Di van rojên derbasbûyî de civaka swêdî rastî metirsiyeke eşkere hat û êdî ji bo her kesî eşkere bû ku bi rastî Swêd bûye beheşta terorîstan û endamên rêxistinên terorîstî kenîg bixwazin diçin welatên weke Suriye, Lîbiya û Îraqê tevlî girûpên çekdar yên wek DAÎŞ û Elqayde dibin û kengê bixwazin bê tirs vedigerin Swêdê.
Di heftiya borî de kesek bi navê Adem (20 salî) çû bû Suriyê û tevlî çekdarên DAÎŞ bibû. Adam, ew xuertê ji Swêdê çû bû Suriyê beşdarî bernameyekî telefizyona swêdî bû û ji amadekara bernameyê re got ku, wî di serbirîna mirovan de beşdarî kiriye û wî bi xwe gelek caran dîl kuştine. Adem gelek caran di şer de birîndar bûye û cara herî dawî bi giranî birîndar dibe û bi birîndarî ji bo tedawiyê vedigere Swêdê, mala xwe li bajarê Göteborg.
Adem dibêje wî bi xwe jî bawer nedikir hikûmeta Swêdê bi hêsanî rê jê re bide ew li Swêdê bimîne û birînên xwe li nexweşxaneyên swêdî tedawî bike û Polîs û saziya SEPO tiştekî ji wî ra nebêjin. Hikûmeta Swêdê li ser vê helwestê rastî rexneyên giran hat, lê polîs dibêje tu qanûn ku mirov li gor wê qanûnê serederiyê bi kesên bi vî awayê re bike Swêdê nîne.
Li gor zaniyariyên polîs û saziya îstîxbarata swêdê (SEPO) zêdetir ji 200 kesan ji Swêdê peywendî bi girûpên terorîstiyên çekdar kirine.
Hişiyar Tovî/Kurdportal