Berê generalan cardin dan girtîgehê

Di doza Balyozê de biryarek nû hat standin. Wek tê zanîn du caran hinek general û efser di çerçova doza Balyozê de hatibûn girtin. Lê cardin hatin berdan. Îro dadgeha Stanbulê ya 10-ê cardin biryara girtina general û efseran di çerçova doza Balyozê de da. Li gora biryara dadgehê, dê 102 general û efser cardin bêne girtin û bikevin girtîgehê de.

Dadkirina van 102 kesan jî di 16.12.2010-ê de wê bête kirin. Biryara dadgehê di derbarê girtina van 102 general û efseran de rojeva Tirkiye cardin guhert û berê herkesekî da vê dozê. Ev biryara dadgehê wek bersivekî  ya bûyerên van dawiya tê nirxandin.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: