Nivîsar

Berbijira Serokomariyê ya HDPê Gultan Kişanak e!

Nivîskarê rojnameya Sözcü Îsmaîl Saymaz; daxûyakirin ku, HDP’ê di hilbijartinên Serokkomariyê de biryar daye jinekê wek berbijêr destnîşan bike  û îdia kir ku ew ê Şaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê û parlementera  berê ya Sêrtê Gultan Kişanak weke namzeta Serokkomariyê destnîşan bikin.

Saymaz di nivîsa xwe ya bi sernavê “Namzeda Serokomariyê ya HDP’ê Gultan Kişanak” de ev agahî parve kir:

Saymaz diyar kir ku der barê Kişanak a 6 sal in di girtîgehê de ye biryara dawî tune ye û got, “Rayedarekî HDP’ê diyar dike ku eger Kiliçdaroglu bibe namzet, dikarin biryara Kişanak binirxînin û wiha got: ‘Em ê hemû derfetên pêwîstbinirxînin û helwesta xwe nîşan bidin. “

Niha dema hilbijartin nêzik dibin di navbera aliyên siyasî de bazar destpêdikin. Eger HDP ber bi AK Partiyê ve herê û li gora daxwaziya AK Partiyê herweha li gora encama hevdîtinên AK Partiyê û Ocalan helwestekî deyne , dê berbijêrekî ji bo serokkomariyê destnîşan bike. Na eger li gel CHPê li ser bingehek pêwendiyek nehînî li hev bikin û guh nedin Îmralî dê pişgiriya berbijêrê CHPê bikin. Ji ber ku tê zanin, meyla Ocalan li ser pişgiriya AK Partiyê ye û terciha Qendil CHP û Kiliçdaroglu ye. Lê heta kilîka tawî helwesta Qendil dikare bê guhertin.

Ji xwe HDP di deklarasyona ku belavkirîde dide xûyakirin ku, eger kesê bibe berbijêr li gora pîvanên me eşkere kirîn be, emê pişgiriyê bidin. Lê di rastiya xwe de HDP ne xwedîyê wê îradeyê ye ku bi organên partiya xwe biryarekî bide. Biryar yan ji Qendil yan jî ji Îmralî derdikeve. Çepên Tirkên di nava HDPê de ji kurdên HDPê behtir xwedî însiyatîfin û ew dikarin hem biryara Qendil û hemjî ya Îmralî rexne bikin. Lê mafê Kurdên di nava HDPê de ji bo vê yekê tuneye.

Çepên di nava HDPê de bê qeyd û şert dixwazin HDPê pişgiriya berbijêrê CHPê bike. Taybetî eger berbijêrê serokkomariyê serokê CHPê Kiliçdaroglube, çepên HDPê vê yekê dixwazin û gelek cara li gel rayadarên CHPê civînên nehînî li dartêxin û vê yekê deklere dikin.

CHP heta vê gavê ji bo hevalên xwe yên şeş koliyê aciz neke , di derbarê pêwendiya li gel HDPê de gelek bi hesasî tevdigere. Taybetî jî CHP naxwaze seroka IYI Partiyê Meral Akşener ji bo vê mijarê aciz bike.

Heta vê gavê rewşa heyî ev e. Gitubêjin din hemû tefaruatin.

18.12.2022

Nûçe / Analîz

Back to top button