Polîtîk

Alîgirên CHP’ê yên Amedê gotin ‘Di partiya wan de demokrasî nema’ û derbasî AK Partiyê bûn

Süleyman Arslanê Namzedê Serokomariyê yê berê yê CHPyê yê Diyarbekirê bi tîma xwe ya 45 kesî va beşdarî AK Partiyê bû û wiha got

Li Diyarbekirê kandîdatê serokatiya CHPê yê şaxê bajêr Suleyman Arslan li gel hevalên xwe ji CHPê veqetiyan û tevlî AK Partiyê bûn. Arslan li gel 45 kesî tevlî AK Partiyê bû û dibêje: : “Em gihîştin wê qenaetê ku di CHPê de demokrasî û edalet tuneye.”

Piştî tevlîbûna AK Partiyê Arslan daxûyaniyek da çapemeniyê û got:   “Bi ekîbeke 45 kesî em ji CHP’ê derketin û derbasî AK Partiyê bûn. Di hilbijartinên serokatiya parêzgehê û piştî hilbijartinan de di nava partiyê de geşedanên nehînî rû dan. Em bi baweriyekî di nava CHPê de bûn. Lê em gihîştin wê qenaetê ku di nav CHPê de demokrasî û edalet tune.

Berdewamiya daxûyaniya xwe de Arslan got: Em bi hev re hîn bûn ku CHP a ku me bi baweriya demokrasiyê derketiye holê û partiya ku ev nêzî 2,5 sal in em di nav de siyasetê dikin, bi rastî tu eleqeya xwe bi demokrasî, edalet û mafan re tine ye.. Me bi ekîba xwe re biryareke hevpar girt û me biryar da ku em ji CHP a ku demokrasî û edalet lê tune ye derkevin û biçin AK Partiyê ku edalet û demokrasî lê heye.

Di siyaseta ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê tê rêvebirin ,gelek helwest li gora nakokiyên herêmî derdikevin holê û dema nêzikahiya hilbijartina taybetî ji bo pirsa berbijêriyê gelek gotubêjin cuda çêdibin û ev yek gelek cara dibe sedem ku xelkek partiya xwe diguherê.

Back to top button