Berbijêrê serokatiya Amedsporê Nihat Eren e..!

Piştî civînek dirêj komiteya şêwirmendiya Amedsporê bi yekdengî Serokê berê yê Baraoya Diyarbekirê Nihat Eren weke kandîdatê serokatiya Amedsporê destnîşan kir.
Ji ber dozên ku li dijî serokê niha û çend rêveberên Amedsporê hatine vekirin, biryara lidarxistina kongreyê hat dayîn. Nûnerên Amedsporê dê di kongreyeke awarte de ku dê di 18ê Cotmehê de were lidarxistin, serokê heştemîn ê klûbê hilbijêrin.
Lijneya Şêwirmendiyê ya Amedsporê, ku piştî nêzîkî sêdemjimêra gotubêjê, Serokê Berê yê Baroya Dîyarbekirê Nahit Eren wekî namzetê serokatiyê hilbijart. Tê payîn ku Eren, bi biryara yekdengî ya hemû endaman hatiye destnîşankirin, wekî namzetê yekane beşdarî kongreyê bibe. Her wiha hatiye ragihandin ku xebata li ser avakirina rêveberiyeke nû dest pê kiriye.
Niha civaka Amedsporê hêvî dike ku Eren di kongreya ku dê di 18ê Cotmehê de were lidarxistin de bi fermî bibe serokê Amedspor.


