Cîhan

Berazîlyayê jî ber xwe da bazarê Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Enwer Nehas sefîrê Berazîlayê  li Îraqê kir.

Di civînekê de têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Berazîlyayê û vekirina konsulxaneya fexrî ya Berzalîlyayî li Hewlêrê hatin gotûbêj kirin. Di vê çaçroveyê de sefîrê Berazîliyayê yê Îraqê got ku, vekirina konsulxaneya fexrî ya Berazîliyayê li Hewlêrê destpêkeke bo vekirina konsulxaneya giştî û ev yekê jî dê têkeliyên di navbetra Kurdistan û Berîzîliyayê de ber bi qonaxeke nû û pêşkeftî bibe.

Sefîrê berazîlyayî behsa beşdariya şirket û kampaniyên berazîlyayî di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de kir û got ku, nuha yek ji baştirîn kompaniyên berazîliyayê ku di warê bînasazî de kar dike li herêma Kurdistanê ye.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di axaftina xwe de tekîd kir ku, deriyên herêma Kurdistanê bo hemû wan welatên dixwazin li herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazînin vekîrîne. Barzanî got ku, ya ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê giring kalîteya karîye ku li gor standardên cîhanî be.

Rewşa Îraqê û têkeliyên nevbera Hewlêr û Bexdayê mijareke din a civînê bû. Di vê çarçoveyê de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê behsa helwesta herêma Kurdistanê kir û got ku, herêma Kurdistanê hertim dixwaze hemû arîşe û pirsgirêk bi rêya diyalog û danûstandinan bên çareser kirin û serdana vê dawiyê ya şandeya herêma Kurdistanê bo Bexdayê li ser baweriya herêma Kurdistanê bi danûstandinan bû. 

Back to top button