Polîtîk

Bizava Partiya Kurdistanê

Roja  5’ê Hezîran’a 2010’a  li Otêla Mala Badî ji 120 kesayetên konevan û welatparêzên Kurd kombûyînek hat li darxistin.Di encama kombûyinê de 9 kes  weke desteye amedakar ji bona ko Partiyeke bi navê Kurdistan damezrênin hat hilbijardin. Koma amedekar civîna xwe a 1’emîn li Tetwanê roja 19’ê Hezîran’a 2010’a de çêkir, xwe weke (Bizava Partiya Kurdistanê) binav kir û xebat û têkîliyên xwe domand.

Di civîna 30.06.2012 de Biryara damezirandina partiyê hatî pejirandin,koma amadekar reşnivîsa Bernameyê û destûrê; Binavê Partiya Demokrata Netewiya Kurdistanê amade kir.

Niha rewş di asta tesbîta damezrenêrên Partiyê de ye, tesbîta navan tête kirin. Me hêvî heye ko her Kurdên Netewdeyî di damezrandina vê Partiyê de cîh bigirê. Piştî tesbît kirina damezrênêran dê di demeke nêzîk de civînek ji bona li ser bername yê, destûr ê, nav û hilbijartina meclîsa partiyê dê nîqaş û gûftugo bête kirin û di encamê de, damezrênêrên partî dê bi hevre biryara dawiyê bidin. Bi hêviya Rojên azad û aram û Kurdistana serbixe.

22.05.2013

Bizava Partiya Kurdistanê

Back to top button