Kultur

Belgeyek mêjûyî

Roja Cejna Qurbanê (04/10-14) ez çûbûm Êlihê (Batman) serdana heka xwe. Roja dinê, karsazekî xizmê me, ez li nava bajêr gerandim. Li vegerê wî ez birim balaxaneyeka xwe ku di navê de guhertineke nû dihate kirin.

Li tebeqa sisiyan, gutleke mezin a kelaşê hebû. Çavên min li pirtûkekê ket ku di nava toz û tebarê de ye. Dema min ew hilda, min dît ku pirtûkeke kevn a bi zimanê osmanî ye û navê wê weha ye: ”Wîlayatê Şerqîyesî.” (Parêzgehên Rojhilatê)

Orijinalê vê pirtûka fotokopî, ne diyar e ka çend rûpel e, lê belê eva ku hatiye dîtin, 58 rûpel in, diyar e ku rûpelên wê jêketine.

Pirtûk li ser biografiyaya parêzgehên Bakûrê Kurdistanê di 1917an de hatiye weşandin. Li ser ruyê pêşî ev agahdarî heye:
”Xwediyê berhemê, defterdarê Helebê yê berê û hîmdarê pirtûkxaneya gel Elî Emîrî yê Diyarbekirî. Çapxaneya Ewqafê Îslamiyem, Hicrî: 1337/1334/1917.”

Naveroka pirtûkê pir girîng e, xasma jî di vamn deman de pir pêwîst e û tê de gelek rûdanên ku xelk zêde pê nizane têne dîtin. Mesela li parêzgehan di wan salan de çend bisilman, çend fileh û rewşa aborî ya bajêr, bi gigiştî tarîx û xwezaya parêzgehan, weke tixûbê her parêzgehekê, kirîn û firotina derva (eksport/import), senayî, bazirganî, çandinî, cil û berg, kan (me´den), çem, meywe û zebze, daristan û wekî din bi zelalî hatine nivîsandin.

Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser vê û berhemên û yên wisa, her şad û bextewer bin…

Stembol 10/10/2014

Zeynelabidin Zinar

Nivîskar/lêkolîner

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button