Civak

Peyamek ji bi gelê Kurdistanê

Peyama Sersaxîyê Ji Bo Gelê Kurdistanê
Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm

Bi mebesta ku piştgiriya Kobanê bê kirin li Bakurê Kurdistanê ji hêla gel ve çalakiyên ku hatin kirin ku ev çalakî mixabin bi awayekî lez bû pevçûna di navbera DBP-HUDA PAR/PKK-Hîzbûllahê de. Em di van bûyerên bêyom yên ku bûne sedema birakujiyê de hemwelatiyên me yên ji Kurdistanê yên ku tûşê êrîşên hovane hatin û çûne ber dilovaniya xwe re ji Xwedayê Ezîm rehmê û ji bo malbata wan û milletê me yê ezîz jî sebra cemîl hêvî dikin. Ji bo biraderên me yên birîndar jî em ji Xwedayê Teala şifayê dixwazin û xemgîniya xwe ya ji ber van bûyerên nelirê, bi gelê xwe re parve dikin. Her wiha em qetliyamên ku bi destên komên faşîst û hêzên ewlekariyê di van bûyeran de hatin kirin, bi tundî şermezar dikin.

Hemû çalakiyên manîpulatîf, ajîtatîf û provokatîf yên ku netewa kurd bixe nav fitne, felaket û helaketê û ziyana ku bigihêje DBP û HUDA PARê nikare telafî bike, ne meşrû ne. Aqilê ku vê fitne, rikberî, tefrîqayê gur dike û har dike aqilekî qirêj, şeytanî û tarî ye.

Em şahidiya wê yekê dikin ku ev aqilê qirêj û tarî dike ku bakurê Kurdistanê bikeve nav aloziyê, hizûr û aşitiya di nav kurdan de xerab bibe û poşmaniyeke ku vegera wê tunebe bixe nav kurdan û bi xwe re pêvajoyeke bixwîn û qirêj derxîne holê. Em di ferq û hişyariya wê yekê de ne ku hin kesên xwedî tesîr û hin berpirsiyar bi daxuyaniyên xemsar, bêusûl û şexsî dibin sebeb ku ev qeyran kûrtir bibe û fitnebaz û provokatorên ku dixwazin ji vê qeyranê sûd bigirin û netewa kurd careke din kaşê di nav macerayeke xemgîn û trajîk bikin.

Bi hemû hesasiyeta me ya Îslamî û hişmendiya me ya Kurdistanî, em di serî de bangawaziya gelê Kurdistanê û hemû hêlên bi vê yekê re elqedar dikin ku bi navê hîmmet û hezkirina Kurdistanê, Insaniyet û Îslamiyetê bila Kurdistanê li hemberî vê fitne û felaketê biparêzin û xwe berpirsiyarên netewî û Îslamî bizanin.

Birakujî  Fitne ye!

Birakujî  Sûc e!

Birakujî  Heram e!

Tu Her Hebî Yekîtî û Biratiya Gelê Kurdistanê!

Ji Bo Maf Dad û Azadiyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ

Back to top button