Cîhan

Îran hêzeke mezin dibe ser tixûbê herêma Kurdistanê

Li devera Xanê, li rojhilata Kurdistan,  Komara Îslamiya Îranê hêzeke leşkerî ya mezin li ser tixûbê herêma Kurdistanê bi cî kiriye û berprisekê wezareta pêşmerge dibêje ew hêz bo ser herêma Kurdistanê ne metirsî ye.

Li gor malpera BasNews, ew hêza pasdarên Îranê ku, 1600 pasdar in, ev sê rojin li Qis Qepan, Kewber û Şuxanlo li devera Xanê li nêzîk tixûbê herêma Kurdistanê bi cî bûne.

Li gor malpera navborî, Îran dê hezeke xwe ya Pasdaran li devera Şinoyê jî ku, hevtixûbê digel devera Sîdekan li başûrê Kurdistanê û li devera Serdeşt ku, ew jî hevtixûbe digel Pişder bi cî bike.

Li ser vê pirsê Cebar Yawer emîndarê wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê dibêje ku, hatina wê hêza îranî bo ser tixûb tu metirsî li ser herêma Kurdistanî nîneû ”Nuha DAÎŞ bo ser hemû welatan metirsîye û Îran jî tixûbên xwe diparêze.

Back to top button