Civak

Barzanî deriyê Îbrahîm xelîl ji bo hatina penaberan vekir

Bi biryara serokê Kurdistanê deriyê  Îbrahîm Xelîl yê di navbera bakur û başûrê Kurdistanê de ji bo derbasbûba penaberên rojavayê Kurdistanê û bi taybetî penaberên bajarê Kobanî hat vekirin û tê çaverêkirin ew penaber li bajarê Dihokê bên akincî kirin 

Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê biryar da deriyê fermiyê Îbrahîm Xelîl ji bo derbasbûna penaberên kobanî û rojavayê Kurdistanê bê vekirin û nuha ew derî û ji bo derbasbûna koçberan vekiriye û her îro (10.10.2014) zêdetir ji 200 kesan ji Kobanî gihiştena başûrê Kurdistanê.

Weke tê zanîn ji ber şerê Kobanî bi hezaran kes ji xelkê bajêr ber bi tixûbê Tirkiyê çûne, qismek jê derbasî Tirkiyeyê bûne û qismek jî dixwze biçin başûrê Kurdistanê. 

Back to top button