Dosya

Serok ji destpêka cejnê heta niha li eniya şer e

Fermandeyekî Pêşmergeyên Kurdistanê da zanîn ku ji yekem roja cejna Qurbanê ve heta niha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li eniyên şer e.

Fermandeyê Hêza 2 ya Artêşa 5’em a Zêrevanî General Mexdîd Herkî, ragehand ku hewl û planên wan ên ji bo rizgarkirina Şengalê berdewam in û got: ‘’Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li eniyên şer e.’‘

General Herkî ji BasNewsê re wiha axifî: ‘’Bûyera Şengalê gelekî bandor li Serok Barzanî kir, bi taybetî ji ber ku kurê malbateke wek Barzan e û Serokê Herêma Kurdistanê ye, loma ji yekem roja cejnê ve serok Barzanî li eniyên şer di nav Pêşmergeyan de ye.’‘

Herkî wiha pêde çû: ‘’Bandora her fermandeyekî li nav Pêşmergeyan girîng e, bandora cenabê Serok Barzanî jî gelekî zêde ye, ji bo Pêşmergeyan jî moralekî bilind e, di warê psîkolojîk de jî tesîra wê heya da dijmin were şikandin û navçe ji DAİŞ’ê paqij bibe.’‘

General Herkî da zanîn ku dema zivistan were hevwelatî nikarin di rewşa niha de bijîn û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Loma armanca me ya yekem ew e ku hêzên me Şengal û Zumar bi tevahî bigirin. Lê sînorê me yê ligel DAİŞ’ê jî 1100 kîlometre ye, loma hinekî dem divê heta navçe hemû ji DAİŞ’ê were paqijkirin û şerê kolanan jî ne wek şerê çiyê ye, lê hedefa me ew e ku berî hatina zivistanê Şingalê rizgar bikin.’‘

Back to top button