Civak

Piştî biryara Barzanî sed hezar kes derbasî başûr dibin

Cigirê berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê dibêje ku, tê pêşbînî kirin di çend rojên bên de nêzîkî 100 hezar penaber ji Kobanî, rojavayê Kurdistanê, ber bi başûrê Kurdistanê bihên.

Dîndar Zêbarî cîgirê berpirsê fermangeha têkeliyên derve ji NRT re got ku, piştî serokê herêma Kurdistanê biryar da deriyê tixûb yê Îbrahîm Xelîl ji bo hatina penaberên Kobanî bê vekiirn,  hikûmetê derî ji penaberan re vekiriye û hijmareke zêde ya penaberên Kobanî ji Tirkiyeyê hatine başûrê Kurdistanê.

Zêbarî eşkere kir ku, heta niha zêdetir ji 5 hezaran kesan derbasî başûr bûne û tê pêşbînîkirin di nava van çend roja de sed hezar kes derbasî başûrê Kurdistanê bibin.

Back to top button