Barzanî: Hêza me ya esîmanî hebaye me bi balefiran alîkarîya Kobanî dikira
Serokê Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de behsa rewşa Kobanî dike û dibêje ku, herêma Kurdistanê tu xemsarîyek der heqê Kobanî û şervanên YPKê nekiriye û ya ji destê wan hatî wan ji bo Kobnaî kiriye.
Mesûd Barzanî di hevpeyvîna xwe de digel Televizyona Skynews a erebî li dor rewşa Kobanî ku, ji aliyê çekdarên DAÎŞ ve hatiye dorpêçkirin dibêje” Eger hêza me ya esîmanî hebaye me dê bi rêya balefiran alîkarî bigihandaye Kobanî” Serok Barzanî hemû wan gotina yên dibêjin ku herêma Kurdistanê li hember Kobanî xemdsarî kiriye red dike.
Li dor helwesta Tirkiyeyê li hemer şerê dijî terorîstên DAÎŞ, serokê Barzanî dibêje: Me pêşbînî dikir dê Tirkiye zêdetir alîkariya me bike bi taybetî dema çekdarên DAÎŞ nêzîkî bajarê Hewlêr bibûn.”
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa referenduma serxwebûna Kurdistanê û referendûna bajarê Kerkûkê dike û dibêje; herêma Kurdistanê tu carî dest ji mafên xwe û encamdna referendûmê bernade, em li ser encamdna referendûmê poşman nebûne, lê vê gavê karê sereke ku li pêşiya meye şerê DAÎŞê ye.
Hevpeyvîna seroka Barzanî dogel Skyanews a erebî, îşev demjimêr 10ê li dor dema Hewlêrê tê weşandin.