Radyoya Desteya Weşana Îsraîlê “Mekan” li çend çavkaniyeke agahdar ve eşkerekiriye, çend welateke dinê Erebî rêya Îmaratê digrin ku peywendiyên xwe li gel Îsraîlê da asayî û normal bikin.
Li gor “Mekan” piştî wajokirina rêkeftina aştiyê li gel Mîrnişîna Îmarata Yekgirtî, çend çavkaniyeke agahdar ji Washingtonê ji rojnameya ” Elqudis” re ragihandine, Şahnişîna Behreyn, Umman û Sûdan demeke nêzîk de hengavan tavêjin ku peywendiyên xwe yên li gel Îsraîlê asayî û normal bikin.