Cîhan

Kongresa Amerîka daxwaz ji Pompeo dike tirkiye siza bike

Du Endamên Encûmena Pîrên(Kongres) Amerîka daxwazê ji Wezîrê Derveyê Amerîka kirin, ji ber kirdarên xwe yên li Rojhilata Deryaya Spî de sizaya tirkiye bide.

Robert Menendez Senatorê Mezinê Demokratan ya li lîjneya peywendiyên derve ya li Encûmena Pîran da, û Chris Van Hollen Senatorê Demokratan daxwazê ji Mike Pompoe Wezîrê Derveyê Amerîka û Yekîtiya Ewrûpa kirin ku ji ber kirdarên wê yên li Rojhilata Deryaya Spî da kar ji bo sepandina sizayan li ser kertên serekiyên aboriya tirkiyê da bikin.

Her du senatoran tekez kirin ku pêwîste keştiyên tirkiye li ava nawdewletî vekişê. Li daxuyaniya wan de hatiye: Li dema kombûna li gel Nikos Dindyas Wezîrê Derveyê Yunanîstanê, bi dilgiraniyeke mezin ve nameyek pêşkêşî wî dikin ku di derbarê wan kirdarên tirkiye ya ku li Rojhilata Deryaya Spî de encam dane. Tirkiye keştiyê şerker li gel keştiya xwe şandiye navçeya aboriya taybet bi Yunanîstanê bi armanca lêgerîna li pey neft û xaz da. Daxwazê ji we dikîn destek li tirkiyê ve bidin ku keştiyên xwe vekişênê û çareserkirina kêşeyê li gor yasaya navdewletî bikin”.

Balkêş e ?
Close
Back to top button