CivakRojev

Behînameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê

Ji bo oxira xwedê jê razî Şêx Xirto Hecî Îsmaîl, Babê Şêx ê Êzdiyan, behîdarî û sersaxiyê li malbat û kesukarên wî û hemî xûşk û birayên Êzdî dikim û hevparên xema wanîn. Ji xwedayê mezin hîvîxwazîn canê wî bi dilovaniya xwe şa bike û sebir û hedarê bidete hemûyan.

Babê Şêx wekî rêber û mezinê olî yê Êzdiyan jiyana xwe ji bo xizmeta Êzdiyatiyê û salên dûr û dirêjên jiyê xwe di karubarên olî û civakî yên Êzdiyan da derbas kirin, rola wî ya berbiçav ji bo pêkvejiyan û hevqebûlkirinê jî diyare û şûndestê kar û xizmetên wî, her dê mînît.

Oxira wî ya xêrê û canê wî şad.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

01/10/2020

Back to top button