Bedirxan
Bedirxaniyek xelata Serokê Kazakîstanê wergirt
Serokê Kazakîstanê madalyaya rêzgirtinê pêşkêşî kesayetiyê Kurd Dr. Ezîz Ziya Bedirxan Aliyev kir
Wekî rêzgirtinek li hewlên Nûr Sultan Nazarbayev Serokê Kazakîstanê madalyaya rêzgirtinê pêşkêşî kesayetî û akademiyê Kurd Dr. Ezîz Ziya Bedirxan Aliyev kir. Pêşkêşkirina vê madalyayê li hember hewldanên Dr Ezîz Ziya Bedirxan Aliyev bûye.
Hêjayî gotinêye kesayetî û akademiyê Kurd Dr. Ezîz Ziya Bedirxan Aliyev li sala 1953 li bajarê Cembola Kazakîstanê ji dayikbûye. Koleja Aborî bi pileya bilind temamkiriye. Li dema Yekîtiya Sovyet de çendîn postan wergirtiye. Piştî serxwebûna Kazakîstanê jî bûye birêvebirê Kompanya Silîk City û her wiha li navbera salên 1993-1997 wekî Serokê Federasyona Kurd (Yekbûn) kar kiriye.