Bêdengîya mirinê

Mijar û mesela me kesayet, tevger û partîyên derveyî PKK ne ku şûr simbêlê wan nabirre, li şûna pêşketinê her ku diçe li paş dikevin, tew herkes ji halê xwe razî ye û ji bo hêz û arternatîfek netewî gavekê jî bi pêş de navêjin.
Nûrî Çelîk
Dibêjin mirina rastîn ji mirina bi saxî çêtir û xweştir e. Em Kurdên Bakur îro mirina bi saxî dijîn. Bi gotinek din, em ketine xewa temara mirinê. Ne em şiyar dibin û ne kes yan dezgehek din dixwaze yan hewl dide me ji vê temarê şiyar bike. Herkes di rûnê xwe de diqele, herkes derd û hewla xelasîya xwe û zarokên xwe û Kurdayetî yan doza Kurdistanê ne di bîr û xema kesî de ye. Di bîr û xema gelekan de be jî, şert û şirûtên heyî, derfetên îro rê nadin ku ew bîr û xem cihê xwe ji hêvî û vejînek nû re vekin.
Tiştek ji ber xwe ve çênabe. Ji her tiştî re wesîle û navgînek lazim e. Kesek ji ber xwe ve ji temar a mirinê şiyar nabe. Divê hinek li ber guhê wî yan wan li def û zirnê bixin da ku zingînî ji guhên wî yan wan bê û ji xewê veciniqin. Ew hinek jî bêguman sazî, tevger û partîyên Kurdistanî ne.
Ew sazî, tevger û partîyên ku di dema xwe de hêvîyek mezin dabûn milletê Kurd, berî go dest bi xebat û tevgera şiyarkirina Kurdan bikin divê ew bi xwe ji temara mirinê şiyar bibin, xwe dawşînin û bi ser xwe be bên. Sedemek mezin a ku Kurdên Bakur ji doza xwe re bêhêvî, xemsar û sersar bûne, rewşa van sazî, tevger û partîyên Kurdan e. Tiralî, sersarî, xemsarî, bêhelwestî û dixewreçûna van tevger û partîyan Kurd jî şibandine xwe û bûye sedema ku Kurdên Bakur ji her tiştî sersar û xemsar bikin. Em behsa PKK a ku bi mal û can ziyanek mezin daye Kurdan, nakin. Mijar û mesela me kesayet, tevger û partîyên derveyî PKK ne ku şûr simbêlê wan nabirre, li şûna pêşketinê her ku diçe li paş dikevin, tew herkes ji halê xwe razî ye û ji bo hêz û arternatîfek netewî gavekê jî bi pêş de navêjin. Ev yek bêhêvî û bêbawerîyê di nav Kurdên welatperwer de zêdetir dike û bêguman xizetê ji armanc û siyaseta dewletê û PKK re dike.
Şiyarî, xwenasîn û vejîn bi siyasetmedaran, bi serkêş û rêberên civakê, bi tevger û partîyan dibe. Birêxistin û birêxistinbûyîn bingeha pêşdeçûn û serketina doza miltetekî ye. Serhildan yan berxwedanên bê tevn û rêxistin bi xwe re kaos û alozîyê, bêserûberî û anarşîzmê tîne. Ev jî armancc û pêşerojê li ber girsa gel reş û winda dike. Û di encamê de hêvî û bawerîya millet dişkê, rêya çareserîyê nabîne, destê xwe ji her tiştî dikşîne û li mala xwe rûdinê. Ji dozê sar dibe, îcar hêvî û giranîya xwe dide jiyanek şexsî û li çara serê xwe û malbata xwe digere. Ev yek dibe sedema bêbawerîyê, vemirandina ruhê Kurdayetîyê û dûrketina ji hestên Kurdistanîbûnê. Dûrketina ji bîr û hestên Kurdistanîbûnê jî bîr û hestên Tirkayetî û Tirkiyebûnê di mejî û giyanê wan de geştir û xurttir dike, wan ji zimanê wan dûr dixe, pişavtin û asîmîlasyonê bi wan şîrîntir dike.
Di vir de rol û erkek mezin dikeve ser milên tevger, rêxistin û partîyên ku xwedêgiravî doza welatekî dikin lê ew bi xwe sersar, xemsar û ne çalak in. Ji bo karibin dîsa bîr û hestên milletê Kurd geş û vejînin û wan vegerînin ser dem û dewranên berê, divê ew bi xwe zînde, çalak û pêşevanên dozê bin. Divê berî herkesî ew xwe ji gunehên xwe, ji sersarî û xemsarîya xwe, ji bêhêvîtî û bêderfetîya xwe dawşînin. Divê berî herkesî ew bi xwe bifikirin, şaşî û xeletîyên xwe bibînin, xwe li bêjingê bidin û li rê û rêbazên nû, li çareserîyek mayende bigerin. Dibêjin masî û mêvan sê rojan genî dibin. Ev tevger û partîyên ku ne sê rojan li çil sal in di qada siyasî de genî bûne, bi vî halê xwe, bi vê rewşa xwe ya tarûmarbûyî nikarin hêvîyekê bidin milletê Kurd û carek din bîr û hestên netewî di giyanê Kurdên Bakur de ji nû ve vejînin. Yan divê berjewendîyên xwe yên kesayetî û partîtîyê deynin alîyekî û bi yekîtî û tifaqek netewî hişê xwe bînin serê xwe, yan ewê jî wek piranîya Kurdên Bakur di nav çerxa siyaseta dewlet û PKK de xewr bibin, bixeniqin û herin.
Belê, tevger û partîyên ku ev çil sal in ji propaganda û antîpropaganda PKK pê ve ji bo pêşketina doza Kurd û Kurdistanê kevirek dananîne ser hev, divê ji xew û temara mirinê şiyar bibin û veciniqin. Divê bi bernameyek nû, bi tifaqên nû û mayende, ji berjewendîyên kesayet û partîtîyê dûr û û bi hişmendîyek safî û zelal hebûna xwe dupar bikin û ji bin kirasê siyaseta dewletê û PKK derkevin. Divê xwe ji siyaseta bi wesayet û îcazet dûr bixin, kirasekî nû û Kurdistanî li xwe bikin û ji Kurdan re bêjin EM HENE!
Ne bi vî haweyî be, divê ji niha de tabût û kefenê xwe amade bikin û ji xwe re di goristanên bêkesan de li cîhekî vala bigerin. Îcar ji ber gunehên wan wê Kurd fatîhayekê li ser wan bixwînin yan nexwînin, ez jî nizanim…