PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Japonyayê kir

Îro piştî nîvro Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyoza Japonê li Iraqê Suzuki Kotaro û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên Japonê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Japonê dupat kir ku welatê wî dê li ser piştgirî û hevkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê bilind nirxand û rola Serok Nêçîrvan Barzanî jî di nêzîkkirina aliyên siyasî û yekrêziya di navbera wan de bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya rola Japonê li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û bi taybetî amaje bi kar û çalakiyên ajansa JICA ya Japonê kir û hêviya berdewambûna kar û çalakiyên Japonê û pêşxistina têkeliyên dualî kir.

Rewşa siyasiya Iraqê û sûdwergirtina ji derfetan, aştî û aramiya navçeyê bi giştî û metirsiya terorê, pirsa avadankirinê û sektorên ku Japon dikare tê de kar bike û handana sektora taybet aliyên din ên hevdîtinê bûn.


Back to top button