
Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û qeyrana siyasî de danustandina bîr û ramanan kirin û her du alî tekez li wê yekê kirin ku pêwîste kêşe û qeyranên Iraqê li çarçêweya destûr û bi awayê diyalogê bêne çareser kirin.