CivakRojev

Xelkê Şingalê bêhêvî bûye!

Xelkê Şingalê ji ber bêhêvîbûna xwe ya ji hikûmeta Iraqê koçî derveyî welat dikin

Rêveberê ofîsa hemahengî û qeyranan li Duhokê dibêje, xelkê Şingalê bi taybet ciwanan dest bi koçberiya derve kirine, ji ber ku ji cîbicîkirina rêkeftina di navbera Şingalê û hikûmeta Iraqê de bêhêvî bûne.

Rêveberê Ofîsa Hevrêzî û Qeyranan li Duhokê Pirdayan Cafer ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Ew malbat û ciwan li dervey welat in, lê bi taybet gelek ciwan koçber dibin, ji ber ku rewşa Şingalê demek dirêje gelek xirab e.

Cafer got: Me nekariye amareke temam li ser hejmara koçberên derve bidin, lê rojane xelk koçber dibin. Xelk azad e û em nikarin wan asteng bikin ji ber ku rewşa Şingalê ne baş e.

Back to top button