CîhanRojev

Aligirên Sedir çalakiyên xwe berfireh dikin

Alîgirên Muqteda Sedir îro li ber avahiya Encûmena Bilind a Dadwerî li devera Kesk ya li Bexdayê çalakiyek pêkanîn û dest bi vegirtina konan kirin.

Xwepêşendar didin xûyakirin ku, heta hemû daxwazên wan neyên cibicîkirin, xwepêşandanên wan dê berdewam bin.

Tevgera Sadirî daxwaziya guhertina sistem a siyasî dike û dibêje gerek parlemento bê hilweşandin û hilbijartinên pêşwext werin çêkirin û destûr bê guhertin.

Piştî hilbijartina tevgera Sedir di parlementoya Iraqê de partiya yekem bû. Lê dema aloziya destpêkir xwe ji parlementoyê vekişandin. Li gora sistema Iraqê tu cara hêjmara parlementera kêm nabe,dema hinek xwe didin aliyekî partiyên di parlementoyê de cihê wan li gora dengên wergirtîn di nav xwe de belav dikin.

Back to top button