CîhanRojev

Amerîka: Peymana bi Îranê re nêzîk bûye

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, rêkeftina ligel Îranê derbarê rêkeftina atomî ya sala 2015an nêzîk e û daxwaza Tehranê ya derxistina Supaya Pasdaran ji lîsteya terorê ji reşnivîsa nû hatiye derxistin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku Amerîka hertim derbarê bernameya atomî ya Îranê ya sala 2015an de zelal bûye.

NED prise got ku, Îranê dev ji daxwaza xwe ya derxistina Muhafizên Şoreşê ji lîsteya terorê ya di pêşnûmeya nû de berdaye, ku Yekîtiya Ewropî “guncav” binav kir, ku Amerîka geşbîn e ku rêkeftinek bi Tehranê re nêzîk bûye.

Lê Ned Price dibêje, hîn kêmasî di reşnivîsê de hene ku divê bên dagirtin ji bo diyarkirina çarenivîsa danûstandinên Amerîka û Îranê. Wî got ku serokê Amerîka Joe Biden tu carî rêkeftinekê bi Îranê re îmza nake, eger ew rêkeftin bi ewlekarîya netewî ya Amerîka re negunca be.

Back to top button