CivakRojev

Bê avî di Rojhilatê Kurdistanê de jiyana ji xelkê dijwar kiriye

Li gora nûçeya Kurdistanmedya, qutbûna avê û bê avî çend meh in ku di bajarên Rojhilatê Kurdistanê de berdewam e û bajarên mezin yên wekî “Kirmaşan” rojane kêmtir ji 2 demjimêran av hene.

Pêka girtevîdiyoyekê ku bo malpera “Kurdistanmedia”yê hatiye şandin, rewşa xirab a bê avî li bajarê “Kirmaşan”ê dide xuya û bas ji vê yekê tê kirin ku di heyama 3 mehan de rojane tenê 2 demjimêr av heye, ew jî demjimêr 2ê nîveşevê av tê ku piraniya xelkê agehdarê hatina avê nabin û nikarin ava hewce paşkevt bikin.

Pirsgirêka avê ne tenê li bajarê “Kirmaşan”ê, belkî piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê rastî bê aviyê hatine û li bajarê “Bokan”ê jî xelk ji destê bê aviyê gilî dikin.

Çavkaniyeke agehdar li bajarê “Bokan”ê ragihandiye ku heyameke zêde ye ku av di wî bajarî de hatiye cîrebendîkirin û taxên wî bajarî di şev û rojekê de tenê çend demjimêran av hene.

Piraniya ava bajarên Rojhilatê Kurdistanê bo bajarên navenda Îranê têne veguhastin, bo mînak ava avbenda bajarê “Bokan”ê çendîn sal e ku bo bajarê “Tewrêzê” tê veguhastin û xelkê wî bajarî rastî pirsgirêka  bê aviyê hatine.

Back to top button