CîhanRojev

Amerîka binkeyên Talibanê bombebaran kir

Berdevkê Wezareta Berevaniya Efxanistanê “Fuad Emîn” bi belavkirina “Twitt”ekê di tora civakiya “Twitter”ê de got: “Hêzên Amerîkayê di navenda wilayeta Hîlmendê li Başûrê Efxanistanê girûpa Taliban bombebaran kiriye”.

Pêka gotinên wî berpirsê Efxanistanê, 7 kes ji hêzên Talibanê di vê êrîşê de hatine kuştin.

Wezareta Berevaniya Efxanistanê berê jî belav kiribû ku Talibanê êrîş kiriye ser girtîgeha wilayeta “Hîlmend”ê û di encama wî şerî de 40 kes ji hêzên “Taliban”ê hatine kuştin.

Piştî vê yekê ku Amerîkayê hêzên xwe li Efxanistanê vekêşandin, girûpa terorîstiya “Taliban”ê dest bi girtina bajarên Efxanistanê kir.

Amerîkayê binkeya “Bêgram”ê ku mezintirîn binkeya wan li “Kabol”ê bû çolkir û radestê artêşa wî welatî kir.

Tevî derketina hêzên Amerîkayê ji “Efxanistan”ê, Amerîkayê ragihandiye ku piştîvaniyê ji wî welatê dike.

Rejîma Îranê yek ji wan welatane ye ku digel rêberên “El-Qaîde û Taliban”ê hevkariyeke nêzîk heye.

Back to top button