Nivîsar

Bayik û rastiya PKKê

Rojnemevanê Tirk yê rojnnama Vatan hevpeyvînek berfireh li gel hevserokê KCKê Cemil Bayik kir. Di hevpeyvînê de Bayik cardin tiştên balkêş dibêje. Bayik di vê hevpeyvînê de du tiştên girîng destnîşan dike.

Yek jê dibêje: Barzanî dixwaze şoreşa Rojava bifetisîne.

Ne hewceye mirov behsa helwasta serokê Kurdistanê ya Rojavayê Kurdistanê bike. Her kurdek  helwesta Barzanî di derbarê Kurdistana Rojava de baş dizane.

Herweha rewşa PKKê jî baş tê zanîn. Lê pirsa ku lê vê derê derdikeve holê ewe ku gelo PDK çikas helwesta PKKê tê gihaye û li gora vê yekê siyasetê dike?

Siyaseta PDKê di derbarê PKKê de mixabin hindikbê jî şêlo dixweyê.Belkî ev yek dibe sedem ku gelek aligirên rêbaza Barzanî dikevin şikekî de ku PDK rastiya PKKê baş nanirxîne û li gora vê jî siyasetê nake.

Herkes dizanê ku li Başûrê Kurdistanê siyaseta PKKê û YNKê yek e. Dema mirov helwesta YNKê di derbarê siyaseta Rojava de dibîne ev yek vekirî dixweyê.

Heta siyaseta Îranê, PKKê û YNKê li Rojavayê Kurdistanê yek e ji ber ku ev alî pişgiriya rejima Suriye ji roja ewilve heta niha dikin.

Niha li vê derê gotinên Cemil Bayik ji bo gelek aliyan ne girînge. Ji berku ew siyaseta PKKê baş dizanin. 

Xala duyem Bayik dibêje:  PKKê û Ocalan tu caran dijminetî li dijê dewleta Tirk nekirine.

Di bingehê xwe de ev jî raste yanî rastiyek ya PKKê ye. Lê aliyên din yên siyasî çikas bi vê siyasetê dizanin pirsa herî mezin e.Yanî bi zimanek din problem ne PKK ye problem netêgihandina aliyên siyasî ya siyaseta PKKê ye.

Ev yek jî dibê sedmek mezin PKK li gora dilê xwe bi awayê dixwaze siyaseta ku zerera mezin dide Kurd an rêve dibe..

Nûçe/analîz

D.Jêlî/Rojevakurd

Back to top button