Civak

Baydemîr: Dostên Kurdan ew kes in yên ku nasname û ala Kurdan nas dikin

Yek ji siyasetmedarên ku beşdarî resepsîyona Newrozê ya li Parlamentoya Brîtanya bû, siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr bû. Baydemîr, ku ev 4 sal in ji welêt dûr e û ji ber zixt û gefên dewleta Tirkiyê li Brîtanyayê dijî, ji çapemenîyê re behsa gelek tiştan kir. Bi taybet di derbarê zimanê Kurdî û dostên Kurdan de axivî.  

Şaredarê berê yê Amedê û Wekîlê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr, di derbarê zimanê Kurdî de got ku “Heta ku ziman û nasnameya Kurdî neyê qebûlkirin emê dev ji zimanê xwe bernedin” û berdewam kir:  Osman Baydemîr: “Dema dewletek nasnameyekê înkar bike, zimanekî qedexe bike, dijminatîya çandekê bike, ev nîşana bêbawerîyê ye. Lê mixabin ev rastiyek me Kurdan a li Rojhilata Navîn û bi taybetî ya li Bakurê Kurdistanê ye. Em hîn jî bi zimanê xwe nizanin. Wexta ku parlementerekî Kurd di axaftina xwe ya li meclîsê de çend gotinên Kurdî tîne zimên, di protokolê de wek ‘zimanê nenas’ tê nivîsandin. Ev helwestek netewperestî ye, heta faşîst e. Ez nikarim bi cil û bergên xwe têkevim Parlamentoya Tirkiyê û nikarim xwe îfade bikim. Di axaftina xwe ya îro de min xwest balê bikişînim ser ferqa mezin a di navbera zîhniyeta civaka Tirkiyê û civakên pêşketî de. Îro li vî welatî Skotlandîyan xwedî parlamentoya xwe ne. Yek ji Îro bi cil û bergên xwe û bi axaftina xwe min hewl da bi dengekî bilind bêjim di sedsala 21ê de êdî em neyên qedexekirin. Divê hemû reng, nasname, ziman û çandên cuda wek dewlemendî bên naskirin. Û heta Kurd neyên qebûlkirin, em li kîjan dinyayê bin bila bibin, em tu carî dev ji çand, cil û berg, ziman, ala, rabirdû û pêşeroja miletê xwe bernadin“.

Baydemîr, di derbarê dostan û dostanîyê de jî got:

“Dostên Kurdan ew kes in yên ku nasname û ala Kurdan nas dikin, ziman û çanda me nas dikin. Partîyên ku nasname û ala Kurdan nas dike, ziman, çand, folklor û hebûna me qebûl dike, hurmetê dide dîroka Kurdan, hurmetê dide Rojava û Başûrê Kurdistanê, dibêje ‘Kurd û em wek hev in’, vê yekê misoger dike dost in. Ne tenê bi devkî, di heman demê de bi qanûnî û bi kiryarê jî bike”.

Baydemîr, di derbarê hilbijartin û tifaqan de jî axivî û got ku “Divê hemû partiyên Kurd û Kurdistanî, navê xwe çi dibe bila bibe, di vê tifaqa rêya sêyemîn de cîh bigirin û hemû bi hev re divê daxwazên Kurdan xal bi xal rêz bikin: Divê bê gotin ku kî van daxwazan qebûl bike, em amade ne bi wan re muzakere, diyalog û lihevkirinê pêk bînin”.

Back to top button