Hevpeyvîn

Baweriya xelkê bi PYDê nemaye.Destê xwe datînin ser malên xelkê

Fermandarê berê yê Hêzên Sûriyaya Demokrat (HSD) Husamedîn Ewak dibêje, baweriya xelkê li Rojavayê Kurdistanê bi PYDê nemaye û hêzên wan destê xwe datînin ser mal û milkê xelkê. Herwiha dibêje, tenê Serok Barzanî parêzerê berjewendiyên gelê Kurdistanê ye.Di hevpeyvînekê de ligel malpera KDP.info, ew fermandarê mezin ê berê di Hêzên Sûriyaya Demokrat de dibêje, her kesek ji bin fermana PYDê derkeve dê bikeve bin gefa PYDê de û dê çarenivîsa wî yan zindan be û yan kuştin.Emîd Husamedîn Ewak, beriya ku dest ji HSDê berde, berpirsê pêwendiyên giştî yên HSDê bû û derbarê kirîza Sûriyê wiha got: “Rewşa Sûriyê bi giştî niha pir xerab e û ber bi xerbtir jî ve diçe, ku niha agir sekiniye û li hêviya bayekî ye ku ter û hişk bi hevre bişewitîne.”Ewak wiha domand: “Sûriye û Tirkiye û Îran tevî ku nakokî di navbera wan de hene, lê rêkeftin jî di navbera wan de hene. Rêkeftinek di navbera wan de heye ku dawiya YPGê bînin û niha mana wê hêzê girêdayî şerê li dijî DAIŞê ye. Bi wateya ku YPGê bûye berdeska welatan ji bo şerê li dijî DAIŞê û eger ne ji şerê DAIŞê be ew welat ku niha alîkariya YPGê dikin, dê êdî piştevaniya wê nekin. YPGê jî ti garentî û itîrafeke navdewletî û ji ti welatekî ve bidestve neaniye û tenê li ber destê xelkê kar dike.”Wî fermandarê berê yê HSDê ragihand: “Di serî de YPGê digot em hêza gel in û em ji bo gel hatine avakirin. Lê piştre bi zorê xwe li ser xelkê feriz kirin, ku biryarên wan ji Qendîlê ji wan re dihatin. Destê xwe datanîn ser mal û milkê xelkê. Her kesek li dijî wan bisekiniya winda dibû. Lewma jî baweriya xelkê bi wê hêzê nemaye. Êdî xelkê ji bin zilm û zordariya wan direvin û direvin bin hikmê rêjîma Esed.”Husamedîn Ewak wiha got: “Derbarê şerê li dijî DAIŞê jî, YPG û HSD ti biryar di destê wan de tune ye û tenê Amerîka biryarê dide. Niha ew nemane û di operasyonên Dêrazorê û navçeyên derdora wê de ti pêşveçûn nekirine, ku Amerîkî li wir bê hêzên HSDê operasyonên xwe dikin.”Ewak wiha domand: “Vegera Hêzên Pêşmergeyên Roj ji bo Rojavayê Kurdistanê pêngavek e ji bo rêxistina navmala Kurdî. Di serî de me biryar da ku hêzên Kurdî li Sûriyê bibin yek û ji bo wê yekê me şandek şand cem Serok Barzanî ji bo ku em pilaneke hevbeş ji bo parastina gelê Kurd deynin, û ji bo ku em PYD ji bin guvaşên welatên navçeyê û navdewletî derxînin, û ji bo ku pirsa Kurdî winda nebe, helbet ev hewl bi alîkariya Dr. Hemîd Derbendî bû, lê Qendîl li dijî wê derket û ew yek bi xiyanet binav kir.”Wî fermandarê berê yê HSDê ragihand: “PYDê destê xwe danî ser mal û milkên min û talan kirin û piştre malbata min ji aliyê hêzên îstxbarata PYDê ve hatin zindanîkirin, lê bi alîkariya hevalên min di Hevpeymaniya Navdewletî û rêxistinên navdewletî û çend çalakvanên siyasî yên Erebî û biyanî, em hatin azadkirin.”Ewak behsa projeya rêxistina partî û hêzên siyasî yên Kurdî li Iraq û Sûriyê û navçeyê dike û dibîje: “Bi baweriya min bo rêxistina gelê Kurd û parastina berjewendiyên wî hizra ku Kurd xwe bighînin Deryaya Spî rastiyeke û rewa ye û ji mafê Kurdan e ku kar jê re bikin. Tenê Serok Barzanî jî dikare wê yekê bike, wî gelek qurbanî daye di ber gelê Kurd de û di ber Kurdistanê de û hemû xebata wî ji bo rêxistin û serxistina doza gelê Kurd e.”  

Back to top button