Cîhan

Baweriya Esad li generalên sune nemaye

Ji ber zilm û zordariya rejima Baas ya Suriye, rojane kesên berpirsiyar ji artêşa rejimê vediqetin û dikevin d innav refên opozisyona Suriye de.

Li gora rojnama Le Figaro ya Fransî Bişar esad gelekî ji înqilabekî leşkerî ditirse û baweriya wî hêdî li general û berpirsên artêşê yên sunî nemaye. Rojname dibêje ku, Esad generalên Sunî di baregehên wan de girtine û ew naçin derve.

Herweha tenê hêzên alewî û yên bi perê dijê xelkê opozisyonê şer dike.  Rojnama Fransî îdia dike ku, Esad gelekî ji hêzên asmanî bi tirse û ji ber wê jî hewldide ku hêzêk tenê ji alewiyan pêkbîne. Wek tê ragihandin efserên sunî di nava hêzên asmanî de gelekin.

Doh jî 4 general û hinek efserên bilind ji Suriye reviyan û berê xwe dane Tirkiye. Ew niha li kampekî li Antakya dimînin. Ji bo pirsa ewlehiyê navê van generalan nehat eşkere kirin. Lê tê zanîn ku heta niha 6 generalên artêşa rejimê revîne û derbasî Tirkiye bûne.

Back to top button