Cîgirê Serokê HAK-PAR-ê Aydogmuş: Hikûmet piştgiriya Burkay dike

Kemal Burkay piştî ku tevlîbûna xwe bo Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR ragihand, sê cîgirên serok û çar endamên civata vê partiyê dest ji karên xwe kişandin. Cîgirekî serokê giştî yê vê partiyê bawer dike ku hatina Burkay bo nava partiya wan zerarê digihîne yekîtiya netewî.
Siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay di 30 Temûza 2011ê de, piştî 31 salên jiyana li diasporayê vegeriya Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê. Wî di serî de ragihand ku ew ê ji karê siyasetê weke partîtî dûrkeve û wê bi karên wêjeyî û nivîsînê re mijûl bibe. Lê piştî ku PKKê çûyîna wî weke projeya dewletê bi nav kir, wî ragihand ku ew êdî neçar e siyasetê bimeşîne.
Kemal Burkay (73) ku damezrênerê Partiya Sosyalist a Kurdistanê ye û çend salan sekreterê vê partiyê bû ku HAK- PAR weke baskê yasayî yê vê partiyê tê danîn li Tirkiyeyê, heftiya borî ragihand ku ew ê di nava HAK- PARê de dest bi xebata partîtî bike. Ev jî bo sedema nerazîbûna çend berpirsên vê partiyê, 7 endamên rêveberiya HAK-PARê bi hev re dest ji kar kişandin.
“Vegera wî xizmeta yekîtiya netewî nakeˮ
Ev 7 kes di daxuyaniyekê de dibêjin ku HAK-PAR di van salên dawî de îradeyeke cîddî nîşan da da ku xwe ji şêweyê û hizirkirina Kemal Burkay û kesên weke wî rizgar bike, herwiha divê derbarê pêngavên girîng jî hatin avêtin “lê li ser vê proseyê vegera wî ya dawiyê roleke berovajî leyîst, di encamê de vegera Burkay bo nav rêzên HAK-PAR xizmeta yekîtiya netewî nake.ˮ
Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PARê Saîd Aydogmuş ku dest ji kar kişandiye û di wê baweriyê de ye ku mercên serokatîkirina HAK-PARê di Kemal Burkay de tune: “Ji ber ku ev 40 sal in ew li diasporayê dijî û haya wî ji rewşa Kurdistanê nîne. Burkay kesekî îdeolojîk e, lê HAK-PAR grûbeke pirreng û pirrdeng e. Burkay dibêje ez sosyalîst im, lê HAK-PAR lîberal e. Vêca kesekî sosyalîst nikare serokatiya partiyeke pirrdeng û pirreng a kurdayetî bike.”
“Grûba Burkay nehîşt HAK-PAR geş bibeˮ
Aydogmuş di dirêjiya daxuyaniya xwe de bo Rûdaw dibêje yek ji van sedemên ku nehişt HAK-PAR di çend salên borî de geş bibe, zalbûn û tesîra grûba Burkay bû ser vê partiyê: “Me hewl û îradeyeke cîddî nîşan da da ku xwe ji vê rizgar bikin. Me di proseya hilbijartinên 12ê Hezîranê de hin pêngav avêtin, lê vegera Burkay ev pirsgirêk mezintir kir. Bêtiriya kadroyên ku di nava HAK-PARê de dixebitin naxwazin Burkay bibe serokê vê partiyê.ˮ
Ev berpirsê berê yê HAK-PARê rexneyan jî li Kemal Burkay digire û dibêje, “ew nezîviriye Kurdistanê. Burkay ji dema ku vegeriyaye li Stenbolê dimîne, ew neziviriye Kurdistanê.ˮ
Saîd Aydogmuş derbarê helwesta Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel de jî agahî dan û got: “Cudahiyeke mezin navbera Bozyel û Burkay de tune. Bozyel himber Burkay gellekî bê îrade ye. Ew di siyasetê de bi giyanê grûba olî tevdigerin. Em divê rêyeke din bibînin da serkirdeyên Kurdan jî weke yên gelên din demokrat bin.ˮ
Bozyel: Divê hurmeta biryara endambûna Burkay bigirin
Lê Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel rexneyên Saîd Aydogmuş red dike û dibêje “hemû raya giştî dizane ku HAK-PAR pirrdeng e. Kesên sosyalîst, lîberal, oldar û burokrat jî di nava vê partiyê de hene. Ango ne partiyeke îdeolojîk e û kesên weke kek Kemal Burkay û yên din jî dikarin bibin endamên wê. Kek Abdulmelik Firat kesekî oldar bû, lê 4 salan serokê HAK-PAR bû. Îro çendîn havalên partiya me hevalên kevin ên Burkay ne û ew hemû jî sosyalîst in. Loma endambûna Burkay ji aliyê boçûn û rêbaza partiyê jî ne pirsgirêk e.” Wî herwiha got ku her ji damezrandina HAK-PARê heta îro Burkay bi nivîs û ezmûn alîkariya wan kiriye: “Loma em divê hurmeta biryara endambûna Burkay bigirin. Xweziya ku çend kesatiyên din ên Kurd ên navdar jî bibûna endamên HAK-PAR, em ê bi vê yekê gelekî dilxweş dibûn.”
Bayram Bozyel di dirêjahiya daxuyaniya xwe de derbarê kesatiya Burkay û rexnegirtina wî li Ocalan û rengdana vê ser partiya wan jî bo (Rûdaw) got “ev gotûbêja derbarê kesatiya birêz Burkay tê kirin gotûbêjeke nebabetiye. Mafê me tune em derbarê kesatiya kesan baxivin. Boçûna Burkay derbarê PKK û Ocalan helwesta wî ya taybetî ye. Bo min helwesta partiyê girîng e derbarê vê yekê. Di nava HAK- PARê de derbarê çendîn meseleyên din cudahiya bîrûboçûnan heye. Herwiha derbarê AKP û BDPê, lê ev ne girêdayî kesatiya min e, helwesta partiyê ye.”
“Em tevlî BDPê nabin”
Aydogmuş derbarê damezrandina partiyeke nû piştî cudabûna wan ji HAK- PARê got, “Em ê niha çaverê bin, dibe hin kesên din jî dest ji HAK-PARê berdin.” Aydogmuş derbarê îhtîmala tevlîbûna BDPê got “em modela wan a partîtiyê rast nabînin, loma em tevlî BDPê nabin.”
Aydogmuş di vê baweriyê de ye ku dewlet dixwaze Burkay bikarbîne û bi navê dostaniyê wî lawaz bike û bo vê mebestê bi hemû şêweyan piştevaniya wî dike “Kemal Burkay dibêje dewlet piştgîriya Apo kiriye, loma Apo sîxor e, lê ew bi xwe jî piştgiriyê ji hikûmetê distîne. Ez bi piştrastî dibêjim ku Burkay bi mebesta bêdengkirina dengên azad vegeriyaye nava hAK-PAR.”
Kemal Burkay di daxuyaniyeke rojnamevanî de derbarê îstîfakirina 7 kesan got, “Tiştekî normal e eger hin kes bixwazin vê destjikarkişandinê dijî min û HAK-PARê bikarbînin. Lê min karekî şaş nekiriye. Ez berê dostê HAK-PARê bûm û îro jî dibim endamê wê. Lê ev ne proseyek e û pêwîst nake kes serê xwe bi vê yekê tevlihev bike.ˮ
HAK- PAR heta niha tenê di hilbijartinên şaredariyên de beşdarî kiriye li Bakûrê Kurdistanê, lê nekariye encameke berbiçav bidest bîne. Herwiha ji hilbijartinên 12 Hezîrana 2011ê de piştevaniya lîsteya BDPê kir ku ev helwest ne bi dilê Kemal Burkay bû.
Hêmin Xoşnaw /Rudaw