120 leşkerên kurd ji Sûryayê reviyane başûrê Kurdistanê
Cîhad, di wê baweriyê de bû heman çarenivîsa du birayên wî çaverêya wî dike, ger ji wiha zêdetir bimîne. Cîhad dibêje di bûyerên Sûriyê de birayekî wî hatiye serjêkirin û birayekî wî yê din jî birîndar bûye: “Min jî nedixwest di tabûtekê de ji merivên xwe re bêm birin, lewma reviyam.”
Cîhad Hesen (19), bo xizmeta leşkerî hatibû vexwendin, lê ji Sûriyê reviya û berê xwe da Herêma Kurdistanê. Cîhad bi 120 leşkerên kurd yên din re ji Sûriyê reviyaye û berê xwe daye Herêma Kurdistanê: “Li Sûriyê jiyana tu kesî ne misoger e.”
“Roj bi roj rewşa Sûriyê ber bi xirabiyê diçe, desthilata Beşar Esed li ser welat kêm dibe, piraniya hevwelatiyên Sûriyê yan divê bi rêjîmê re bin yan li dijî bin, divê bikujin yan bên kuştin.” Ev gotina wan leşkerên kurd e ku ji artêşa Sûriyê veqetiyane û hatine kampa Dumîz ku dikeve navbera Dihok û Mûsilê.
Berpirsê ofîsa koç û koçberên Herêma Kurdistanê Şakir Yasîn eşkere kir, kampek li navçeya Elqoş li Dihokê ava kirine ku şiyana wê ya hewandina hezar malbatan heye, wek amadekariyekê bo reva kurdan û xelkên Sûriyê û got: “Niha zêdeyî sed leşkerên ku ji artêşa Sûriyê reviyane û çend malbat jî gihiştine Herêma Kurdistanê.”
Husên Mehmûd (19), ji bajarokê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê ye. Berî şeş mehan bo xizmeta leşkerî hatibû daxwazkirin li navçeya Derayê leşker bû gava reviya û berê xwe da Herêma Kurdistanê: “Wê dema ku li leşkeriyê bûm, haya min ji dinyayê nebû, min nedikarî pêwendiyê bi merivên xwe re bikim, telefonkirin û xwendina rojname û kovaran, guhdarîkirina radyo û temaşekirina televizyonê qedexe bûn.”
Riya agahdarbûna Husên ji rewşê tenê kiryarên hêzeke ewlekarî di nava leşkergeha wan de bû: “Hêzên ewlekariyê rojane xelk dianîn û ew li ordîgeha me îşkence dikirin, dotira rojê ew dikuştin û termên wan winda dikirin.”
Ji ber ku erkê Husên û çend leşkerên din parastina xalên kontrolê yên li ser riyan bû, lewma herî zêde diketin ber êrişên “artêşa azad a Sûriyê” de ku ji leşkerên ku ji artêşa Sûriyê cuda dibin, pêk tê. Herwiha dibêje: “Ji me re digotin ew terorîst in û rehmê li wan nekin.”
Erkekî wan yên din jî wek ku Husên behs kir, beşdarîkirin bû di xwenîşandanên ku piştgiriya rêjîma Esed dikirin: “Çar caran me birin xwenîşandanan û cilên sivîl li me kirin û ankêt û wêneyên Beşar Esed didan me da ku em wan di xwenîşandanan de bilind bikin.”
Husên dibêje nebûna baweriyê baskê xwe li ser artêşa Sûriyê vedaye: “Her leşkerek li riyekê digere da ku xwe rizgar bike.”
Reva leşkerên kurd ji artêşa Sûriyê berdewam e. 120 leşkerên kurd ku ji artêşê reviyane, berê xwe dane kampa Domîz li wîlayeta Dihokê. Ev leşker li ser malbatên wê kampê hatine dabeşkirin, çimkî piraniya wan xort in û jin neanîne, yên din jî nikarîne jin û zarokên xwe bînin û bi tenê xwe rizgar kirine.
Ehmed Silêman (20) ku yek ji leşkerên reviyaye ye, 13 meh bûn li derdora Şamê leşker bû. Ehmed qala rewşa Sûriyê dike û dibêje: “Hêzên rêjîmê li derdora Şamê nemane, piraniya navçeyan ji aliyê artêşa azad a Sûriyê hatine rizgarkirin. Reva leşkeran ji artêşa Sûriyê her diçe zêdetir dibe.”
Derbarê rewşa leşkerên kurd di nav artêşê de, Ehmed got: “Leşkerên kurd bi berdewamî bo eniyên pêşî yên şer tên şandin, heke teqe jî li wan bihata kirin nedivabû vegerin paş, çimkî tîmeke taybet hebû bo kuştina leşkerên ku di şer de vedikişiyan.”
Leşkerên kurd yên di kampa Domîz de, çarenivîsa wan nediyar e û dibên nizanin gelo her li kampê dimînin yan hikûmeta Herêma Kurdistanê cih û kar ji wan re peyde dike. (Rûdaw)