Polîtîk

Civîna Abant’ê ya 26. bi mijara ‘Çarçoveya Makezagona Nû’ li Bolu’yê çêdibe

Di civînê de dadparêz, ronakbîr, nivîskar, akademîsyenên ji branşên cuda wê nêrîn û pêşnîyariyên xwe bînin ziman. Di civînê de wê li ser mijarên hemwelatî û nasname; perwedehîya bi zimanê zikmakî, dewleta unîter di pîvana kergerîyên herêmî de serbixweyî, azadîya bawerîyê, dîyanet, dersên olî, di makezagona nû de pozîsyona serekkomar were sekinandin. Platform wê ji 5 rûniştinan pêk were. Di civînê de fîlmê ku xebatên Platforma Abant’ê vedibêje jî hate temaşekirin.

Makezagona Nû divê ne dewletê mirovan esas bigre

Walîyê Bolu’yê İbrahim Özçimen yê ku di Civîna Abant’ê ya 26. de axavtinek kir vana anî ziman; “Makezagona nû divê ne dewletê mirovan esas bigre.” Serokê Platforma Abant’ê yê Heyamê Prof. Dr. Levent Köker jî got “Makezagona nû divê ji bo civakê hîmên demokrasî û azadî bavîje.”

Divê makezagona nû nebe metna heyf hildanê

Alîkarê Serokê Gelemper yê CHP’ê Erdoğan Toprak jî vana anî ziman; “Bi rastî jî hewcedarîya vî welatî bi makezagoneke nû he ye. Hemû kes ji makezagone nû heman tiştî hêvî nakin. Makezagona 12’ê Îlon’ê makezagona ku herî pir hatîye rexnekirine. Divê makezagona nû nebe metna heyf hildanê” Her wiha Prof. Dr. Mümtazer Türköne jî got “Perwedehîya bi zimanê zikmakî mafê mirivatîyê ye.”

Di civînê de wê li ser mijarên hemwelatî û nasname; perwedehîya bi zimanê zikmakî, dewleta unîter di pîvana kergerîyên herêmî de serbixweyî, azadîya bawerîyê, dîyanet, dersên olî, di makezagona nû de pozîsyona serekkomar were sekinandin. Platform wê ji 5 rûniştinan pêk were. Di civînê de fîlmê ku xebatên Platforma Abant’ê vedibêje jî hate temaşekirin.

 

Nûçevan

 

 

Back to top button