Polîtîk
Çelakiya gencên Kurdistanî li Hewlêr
Li Hewlêr çelakiyek gelek girîng û bi wate hate darxistin.Ev çelakî ji bo protestokirina û ruxandina rejima Suriye bû. Ev çelakî jo bo pişgiriya tekoşîna kurdên suriye bû.
Gencên her çar beşên Kurdistanê li hev kom bûn pişgiriya xwe ji bo Kurdistana rojava dan xuyakirin. Herweha di vê çelakiyê de bal kişandin ser pêwistî û giringiya yekitiya kurdan.
Ev gencên hanê 1-ê Adarê jî li Qoserê ji bo bîranîna Barzaniyê nemir hatibûn ba hev û cara yekem li Kurdistana Bakur bi çelakiyek bi naverok bi siruda ey reqîb û di bin ala Kurdistanê de serokê neteweyê kurd Barzaniyê nemir bîranîn û behsa rêbaza Barzanî kirin.
Hevgirtin û çelakiyên ku gencên Kurdistanî dikin dibe mizginiyekî ji bo pêşeroja kurd û Kurdistanê.
Rojevakurd