Dosya

Baştirîn planê deyne, ji bo xeraptirînê jî amade be

Piştî belavbûna virusa Coronayê gelek bîr û rayên cûda cûda li ser derketina vê virusê hate belav kirin û gotin, yek ji wan bîr û raman û senaryoyan jî eveye.

Ji ber Corona şîrket û kompanyayên mezinên Amerîka û Ewrupa hinek ji wan bi demkî û hinek jî bi yekcarî ji Çînê derketin.

Çîn zerer û ziyanekî zêdeyê aborî kir, lê belê li gel ewe da beş û hisseya van kompanyayan jî kêmkir.

Lê belê Çîn gelek zîrektir derket, ji ber ku îro got em amadene hemû beş û hisseyên wan şîrket û kompanyayên ji Çînê derketine bikirîn.

Eve jî ziyanekî gelek mezintir ya aboriya li Amerîka û Ewrupayê digihîne.

Ji vê ders û waneyê ewe derdikevê ku li warê plandanîna serbazî da dibêjin: Baştirîn planê deyne, lê belê, xwe ji bo xeraptirîn tişt jî amade bike.

Çîn ji bo xeraptirîn amade bû, ji bo wê yekê li bendê ma ku Çîn bi baştir rabê serxwe. û îro jî kontrolkirina Coronayê ragihand.

Back to top button