Cannes: Corona nikarê festîvala fîlm ya Cannes rabigrê

Serpereştiyarên Festîvala Fîlm ya Cannes li Fransa ragihandin ku Festîvala Fîlm ya Cannes di dem û wextê xwe de birêvediçê û Corona nikarê festîvalê rabigrê.
Biryare Festîvala Fîlm ya Cannes li meha Gulana îsal dest bi çalakiyên xwe bike. Ji ber zêdebûna rêjeya tûşbûyên virusa Corona, behsa wê yekê hebû ku festîvala fîlm ya Cannes bê ragirtin, lê belê amadekarên festîvalê van gote gotan red dikin.
Piştî wê yekê ku Hikumeta Fransa ji bo rêgirîkirina belavbûna virusa Corona çend biryarekî derxist ku rê nade civîna cemawerî li 5 hezar kesan zêdetir li Fransa, heta dawiya meha gulanê hebê, lê belê salane hejmara amadebûyên festîvala fîlm ya Cannes digihe 200 hezar kesan. Eve jî metirsiya belavbûna virusa Corona zêdetir dike. Lê belê li ser vê biryarê jî serpereştiyarên festîvala fîlm ya Cannes li ser encamdana festîvala fîlm ya Cannes bi biryarin.