Weşanxaneya Navenda Xezelnus ku navenda wê li bajarê Silêmaniyê ye, li daxuyaniyek de ragihandiye ku berhemeke giranbiha ya rêze pirtûkên zarokan digihînin malan.

Navenda Xezelnus li ser tora civakî ragihandiye û dibêje: Derfetek ji bo dayik û bavên ezîz! 33 pirtûkên taybet û girîng ku ji aliyê yek ji mezintirîn derûnnasê perwerdeyiya Amerîkayê ve hatiye amadekirin û pirtûk zêdetirê 30 car bi tîrajên 1000 kopî li Amerîkayê çap bûne. Beşa zêdeyê kêşeyên reftariyên zarokan bi van çîrokên sade û hêsan dikare çareser bike. Ji bilî wê yekê zarokê we, cîhana xwendinê nas dike û hez ji xwendinê dike û hûn jî fêr dibin ku çawa li gel zarokên xwe helsukeft û reftaran bikin.

Her wiha Xezelnus dide zanîn ku nirxê her 33 daneyan tenê 30 hezar dînare û gihandina hemû bajar û bajarokên Kurdistanê li ser wan e.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: