Polîtîk

Barzanî:Beşa herî mezina êş û azara gelê me li ser milê jinan bûye

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo 8 Adar roja cîhanî ya jinan germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî jinên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Rola jin li berdewamî û pêşxistina jiyan û pêkanîna aştîxwaziyê girîng û pîroze. Erkê ser şanê me hemûyane rêz li rûmet û maf û daxwaziyên jinan bigrîn. Em hemû deydar û qerzdarê fedakarî û keda jinanîn li jiyana aborî û civakî û siyasî û ferhengî da. Beşa herî mezina êş û azara gelê me li ser milê jinan bûye û rolekî mezin li xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê da hebûye. Hêvîdarim ev helkeft derfetek bê ji bo kêmkirina êş û azara jinên Kurdistanê û êdî binpêkirina keramet û mafê jinan nebînîn. Pêwîste li nav malbat û navendên perwerdehî û kultûriyan û cihê karkirinê da mafên jinan bê mîsoger kirin û sînorek jî ji bo wê tundutîjiya bedenî û derûniyê bê danîn ku li dijî jinan li holê daye.

Carekî din pîrozbahiyê li we dikim û hêviya min bextewerî û şadiya we ye.

Mesûd Barzanî 

Serokê Herêma Kurdistanê

08.Adar.2014

Back to top button