Polîtîk

Barzanî, Abdulmehdî û Çelebî rewşa Iraqê nirxandin

Îro şemî 08.03.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Adil Ebdulmehdî Cîgirê berê yê Serok Komarê Iraqê û serkirdeyê li Encûmena Bilinda Îslamî li Iraqê û Ehmed Çelebî Serokê Kongreya Niştîmaniya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de pêşhatên dawî ya siyasî û emniyên Iraqê hate axaftin û guftûgo kirin û her wiha hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê ku wiha biryare li dawiya meha nîsana îsal da li Iraqê bê saz kirin û nirxandin.

Her li vê kombûnê de behsa proje yasaya bûdçeya sala 2014 ê Iraqê jî kirin û sedema paşketina pejirandina bûdçeyê hate axaftin.

Axaftina li ser kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Back to top button