Polîtîk

Barzanî: Yekîtiya xwe biparêzin

 

Îro yekşem 25/11/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel şandekî hevbeşa aliyê siyasiyê Kurdên Suriye civiya.

 

Li civînê de, şanda hevbeşa aliyê siyasiyê Kurdên Suriye bi hurî behsa rewşa Suriye bi giştî û rewşa Kurd li wî welatî bi taybetî kirin û pabendbûna xwe bi peymana Hewlêrê dûpatkirin ku li meha temmuza derbasbûyî hatibû mohrkirin û tekez jî li wê yekê kiribûn ku bi yekrêzî û yek helwestiya xwe dikarin mafê gelê Kurd li Suriye bi destbixin.

 

Serok Barzanî piştevaniya xwe ya bi navê gihîştina bi maf û daxwaziyên gelê Kurd li Suriye dûpatkir û ji bo vê mebestê jî tekez li wê yekê kir ku pêwîste aliyê Kurdên Suriye parêzgeriyê li yekîtî û yekrêziya xwe bikin û rê li her helwestek bigrin ku bibê sedema têkçûna wê yekrêziyê.

 

Back to top button