Kultur
Ev sûreta bi 16 hezar lîreyî kirîn
Modela super a Îngiliz ku li cîhanê pirr tê naskirin Kate Moss, 3 sûretên xwe yên berê derxistine firotinê. Kate Mossa ku di 14 saliya xwe de, sûretên ku bi fotokêşekî navdar kişandibûn di muzayedeyekê de bi 5 hezar û 700 pound, yanê nêzika 16 hezar lîreyî firotin.
Li gorî ji çapemeniya Îngiliz malpera The Daily Mail, sûretên modela navdar a Kate Moss, ji aliyê fotokêş David Ross ve hatine kişandin. Ew sûretana li paytexta Îngiltere li Londonê, ji aliyê mala muzayedeyê a bi navê Bloomsbury ve hatine firotin.
Kate Mossa ku di sala 1974 an de hatiye dinyayê, di sala ku ew sûretên wê hatine kişandin de, li Amerîkayê, li Balefirgeha JFK, dema dike li balefirê siwar bibûya, ji aliyê mirovekî ku navdaran kişf dike ve hatibû kişf kirin.