Civak

Barzanî xwendekarên yekemînên Kurdistanê xelat kir

Îro çarşem 24.07.2013 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya xwendekarên yekemînên li ser asta Herêma Kurdistanê û parêzgehên Herêmê li ezmûnê giştiyên qonaxa 12 ê beşên zanistî û wêjeyî û pîşeyî kir.

Li hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî bi xêrhatina xwendekaran pîrozbahiyeke germ li xwendekarên yekemînan û malbata wan û gelê Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê li hemû qonaxên jiyana wan de xwest. Serok Barzanî xweşhaliya xwe jî bi wê yekê nîşanda ku îsal zêdetirê xwendekarên li qonaxa 12 de bi yekem derketine keçin û bi babetekî gelek erênî wesif kir.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser qonaxa xebat û berxwedana gelê Kurdistanê ku li pêşerojê de kiribû û da zanîn ku ev pêvajo nûye û ev aramiya li Kurdistanê da heye bi zehmetekî mezin ve pêkhatiye û qonaxên paşarojê jî li ser şanê xwendekarên delalane ku divê bi çekên serdemiyaneya zanist û fêrbûnê xizmeta welatê xwe bikin û biparêzin. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê jî ku nabê xwendekar û genc ji welatê xwe veqetin û întîmaya wan li ser ax û nîştîmana wan lawaz bibê, ji ber ku mirovê bê welat û bê ax kesekî bê nasnameye. Serok Barzanî li beşekî dinê gotara xwe de behsa wê yekê kir ku niha li gelek aliyan de hewl heye ku gencên me ji welat û dîrok û bihayên wê veqetînin û întîmaya wan lawaz bikin û eve erkê xwendekarane ku bi hişyarî û çekê zanist û fêrbûnê rûbirûyê wê bibin. Serok Barzanî şîretê li Hikûmetê jî kir ku li gel hemû daxwaz û pêdiviyên xwendekaran ve biçe û palpiştiyeke tevahiya xwe jî ji bo wê çîna zîndiya civakê ragihand.

Her wiha li beşekî dinê vê hevdîtinê de dergeha guftûgo û pirsiyarên xwendekarên yekemînên Herêma Kurdistanê kir û xwendekaran têbînî û dîtinên xwe bi Serok Barzanî ragihandin û ji bo vê pêşwaziya germ spasî Serok Barzanî kirin û her wiha behsa rola rêzdar ya berev pêşbirina Herêmê û dabînkirina wê aramiya li Kurdistanê heye û bûye cihê serkeftina wan ya li xwendinê de kirin. Li dawiya civînê de xwendekarên yekemînên li ser asta Herêma Kurdistan û parêzgehên Herêma Kurdistanê ji aliyê Serok Barzanî ve hatin xelat kirin.

Back to top button