Polîtîk

Êrîşek xwekujî 13 kuştî

 Li gundê Çilaxa li dijî xaleke kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êrişekî întiharî hat lidarxistin. Di encama êrişê de 13 kes hatin kuştin û 6 ji wan şervanên YPGê ne. 

Nûçegihanê Rûdawê ji gundê Zexîrê yê girêdayî bajarokê Çilaxa, di nava şervanên YPGê de ji Rûdawê re ragihand ku îro bi du motorsîklêtan li dijî şervanên YPGê êrişekî întiharî hat encamdayîn. 

Nûçegihanê Rûdawê derbarê windahiyên YPGê de wiha got: “Di encama êrişê de 13 kes hatine kuştin û 6 ji wan şervanên YPGê ne. Bi dehan jî kes birîndar bûne.”

Ji ber êrişa întiharî di nava bajêr de çêbûye, xaniyên welatiyan jî zerer û ziyanekî mezin dîtine. Nûçegihanê Rûdawê diyar kir ku ji ber bandora wan êrişan, gelek xanî hilweşiyane û bi dehan kes di bin xirbeyan de ne. Nûçegihanê Rûdawê bilêv kir ku hê derbarê wan windahiyan de ti agehdarî nîne.

Hê jî YPGê derbarê vê êrişê de ti daxuyaniyek nedaye. 

Ev zêdetirî du heftiyane bajar û navçeyên rojavayê Kurdistanê, bi taybet jî Serêkaniyê, Girê Spî, Çilaxa û gelek gundên din rastî êrişên grûbên çekdar ên Îslamî yên weke, Cebhet el-Nusra tên.

Back to top button