Hikûmeta herêma Kurdistanê zêdetir ji 15 milyon dolar ji bo dabînkirina pêdawîstiyên penaberên rojavayê Kurdistanê yên kampa Dumîzê berdest kirin.
Li dor vê yekê, Xalid Hisên rêvebirê kampa Dumîz di daxuyaniyekê de ragehand ku, hikûmeta herêma Kurdistanê 15 milyon dolar bo xizmetkirina penaberên rojavayê Kurdistanê yên li kampa Dumîz li parêzgeha Duhokê berdest kirin ku, 10 milyon jê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê ve hatine dan.
Hisên got ku, dê pirojeyên avê, kareba, rê û çend pirojeyên din yên xizmetgozarî bi wan pereyan bên çêkirin.
Weke tê zanîn zêdetir ji 160 hezar penaberên surî li herêma Kurdistanê hene û piraniya wna li kampa Dumîz li wîlayeta Duhokê akincî bûne, berprisên hikûmeya Kurdistanê gelek caran di civîn û dîdarên xwe yên bi pepirsên biyanî re ew gazinde kiriye ku, Ewropa û civaka navdewletî weke pêwîst destê alîkariyê bi wan penaberên dirêj nekiriye.