Biryare Grupa muzîkî Jêwar bi serpereştiya xanima stranbêja Rojhilata Kurdistanî “Jêwar Şêxulîslam” li duyemîn roja cejna Remezanê da li bajarê Silêmanî konserekî stranî û muzîkî sazbike û dahata wê jî bibexşê zarokên koçberên Rojavayê Kurdistanê.
Ev Grup ji komek jenyarê lawê ji jinên Kurd pêkhatiye û hewl didin muzîka resena Kurdî biparêzin.
Heta niha li hundir û derveyê welatê Îranê, beşdarî çendîn aheng û festîvalan kirine. Ev grup sala derbasbûyî jî li festîvala muzîka Hewlêr xelata yekem wergirtibû.