Polîtîk

Barzanî û Hell serdana Amêdiyê kirin

Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Christopher Hill Balyozê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka li Iraq bi serdanekî gihiştin qezaya Amêdiyê û li wir ji aliyê parêzgerê Dihok û hejmarek ji berpirsên Hikumî û hizbiya deverê ve bi germî hatin pêşwazî kirin.

Paşê her du birêz Serok Barzanî û Balyoz Christopher Hill serdana çend ciheke geştiyariya deverê kirin û li gel xelkê deverê û geştiyarên ku li navçeyên dinê Iraqê hatibûn axaftin û hêviya jiyaneke pir xwe ji bo wan xwestin.

Paşê Serok Barzanî û Balyoz Hill serdana çend ciheke qezayê kirin, ji wan Dergeha Behdînan ku bi dergeha rojavaya Amêdiyê hatiye nasîn û her wiha serdana Mizgefta Mezina Amêdiyê kirin û birêz Christopher Hill sosretiya xwe beramber zanyariyên wan deveran derbirî û ragihand ku gelê Kurdistanê xwedî jiyarekî gelek kevine û Kurdistan jî xwedî sirûştekî gelek xweşike ku hêjayî xizmet kirin û alîkarî kirine. Paşê piştî serdana qezaya Amêdiyê Serok Barzanî û Balyoz Hill serdana serokayetiya Zanîngeha Dihokê kir û li wir ji aliyê Serokê Zanîngeh û Ragirên kolejê ve bi germî hatin pêşwazî kirin.

Li hevdîtinê de li gel Serokê Zanîngeha Dihok û Ragirên kolejê, Serokê Zanîngehê bi navê amadebûyan ve bi xêrhatina Serok Barzanî û Balyoz kir û ragihand ku dema biryara damezrandina vê zanîngehê hatibû  dayîn kesek bawer nedikir ku ew zanîngeh bi fî’lî bête damezrandin, vê yekê bi xeyal dizanîn, lê belê bi hîmet û piştgîriya Serok Barzanî zanîngehê hate damezrandin û kar û xizmeta xwe ya civaka Kurdistanê de berdewame.

Her wiha li dawiya serdana Serok Barzanî û Balyoz Christopher Hill serdana Firoşgeha Mazî bû û beşên cûda cûdayên firoşgehê geriyan û li gel hemwelatiyan axaftin.

Back to top button