Hikûmeta Kurdistanê bersîva New York Times da

Duhî hikûmeta herêma Kurdistanê di bersiva raporeke rojnameya New York Timesê de ev daxuyaniya li jêr da:

Rafîneriyên herêma Kurdistanê sotemeniyên pêwîst bo bazarên navxweyên Iraq û de rve dabîn dikin. Hikûmeta herêma Kurdistanê şanaziyê bi geşbûna sektorê patrol û gazê û sisyatexwe ya ji bo bazaraê azad dike.

Rafîneriyên herêma Kurdistanê sotemeniyên pêwîst ji bo bazarên navxwe yên Iraq û derve dabîn dikin . Ji bo wê armancê jî hikûmeta herêma Kurdistanê sê moletên fermî li gor destûra Iraqê û qanûna petrol û gazê ya herêma Kurdistanê ya sala 2007ê bo damezrandina rafîneriyan daye ku pêwîstiyên sereke yên hevwlatiyan û karûbarên rojane yên herêma Kurdistanê dabîn dike.

Hindek ji berhemên wan rafîneriyan yên zêde li Kurdistanê ji bo hinartina derve li ber destin, hikûmeta herêma Kurdistanê jî bi rêya îhaleyê vekirî ve tedbîrên pêwîst bo froştin û hinartina berhemêm patrolê bo derve digire.

Çavkaniyê sereke yên berhemên safkirî ji rafîneriyên mezin ên Iraqê yên weke Bêcî li wîlayeta Selahadînê û ya Bexdayê, beşek ji paşmayên berhemên wan rafîneriyan jî bi rêya herêma Kurdistanê bo derve tê şandin. Herwesa li hin deverên din yên Îraqê sotemenî ji aliyê hikûmeta federalî ve bi nirxekî kêmtir ji nirxê cîhanî ji kerta taybet re tê firoştin. Ev gav jî ji bo wê yekê ye ku aboriya navxwe bê pêşxistin, lê mixabin ev siyaset dibe handerek bo wê yekê ku ji sînoran ve bazirganî bi sotemeniyê bê kirin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê agahdar e ku bazirganên petrola xam sînorên navdewletî yên herêma Kurdistanê bi kar tînin lê hikûmeta herêma Kurdistanê bi piştgiriya serok Barzanî tedbîrên diyarkirî digire bi mebesta piştrastbûn ji pêbendbûna destûra Iraqê û qanûnên navdewletî. Ji ber hindê hikûmeta herêma Kurdistanê, li ser karkirin digel hikûmeta federalî bo nehêlana bazirganên neqanûnî, ne tenê li sînorên herêma Kurdistanê, lê belê li hemû sînorên Iraqê bi îsrar e.

Hikûmeta herêma Kurdistanê digel hikûmeta federe dê tedbîrên pêwîst bigrin da ku ew tankerên tên nav herêma Kurdistanê moletên tesmî hebin.

Sala 2009ê hikûmeta herêma Kurdistanê hinardekirina petrolê bi rêya boriyên petrolê yên Iraqê ve bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê dest pê kir. Ji bilî vê rêyê petrola xam ji sînorên navxwe û derve yên herêma Kurdistanê ve neyên hinardekirin. Siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê bi riya wezareta derametên xwezayî ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye pesendkirin, serkeftineke berçav bi dest xistiye. Ev siyaset wek dînemoya pêşvebirina herêma Kurdistanê berdewam dike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: