Civak

Ez ne Tirk im!

Rojevakurd :  Piştî lîstikê ji aliyê kanala ZDF ya Almanî ve pirsyara wê yekê jê kirin ku weke lîstikvanekî bi regez Tirk kêfxweş e bi wê gola ku wî ji tîma Almanya re avêtiye, lê wî ew yek red kir û got ”Nexêr ez bi regeza xwe ne Tirk im, ez Kurd im û şanaziyê bi Kurdbûna xwe dikim.”

 ”Me daxwaznameyek ji Özil re şandiye ji bo ku serdana Kurdistanê bike û em niha çaverêyî bersiva wî ne.”.

Di wê derbarê de Serokê Yekîtiya Futbolê ya Kurdistanê, Sefîn Kanebî, ji Rûdaw a Werzişî diyar kir ku ew bi vê nûçeya Özil pir kêfxweş in.

Mesut Ozil ku di tîma Werder Bremen a Alman de dilîze, di lîstika navbera herdu tîmên Almanya û Gana ya di çarçoveya Kûpaya Cîhanê li Başûrê Afrîqiyê de, goleke xweşik avêt û bû baştirîn lîstikvanê wê lîstikê û ji ber wê golê Almanya gihan qunaxa heştek fînalê.

 Özil ê 21 salî di qunaxa heştek fînalê de roleke sereke di serketina tîma Almanya bi ser tîma Îngilistanê de lîst; loma her ji niha ve çavên yaneyên mezin ên Ewrûpa li ser wî ne.

 Heta niha her sê yaneyên Barcelona ya Îspanî, Arsenal a Înglîzî û Înter Mîlan a Îtalî dawazname pêşkêşî wî kirine ji bo ku girêbestê bi wî re çê bikin, ji bo ku di dewra dahatû de  ji wan re bilîze. Lê Özil wê di sezona 2010/2011’an de dîsa di Werder Bremenê de bilîze û paşê biçe Barcelonayê

Rûdaw

Back to top button