Barzani spasiya kurdan kir

Serok Barzanî di berdewamiya vê peyama xwe de diyar kiriye ku, part û aliyên siyasî yên Kurdî di pêngaveke Dîrokî de biryar dane daku, bi yek lîst beşdariya hilbijartinên Bexda û tevahiya Deverên weqetandî de bikin, ev pêngava han destkefteke gelek mezine.

Bi vê pêngava han Kurd ev yek careke din îsbat kirin ku, her çend di warê îdolojî û siyasî de cudatiyên xwe jî hebin lê li hember meseleyên girîng û netewî û meseleya çarenûsa Deverên weqetandî yên Kurdistanê xwedan yek helwestin, ez bawer dikim ku, dilê tevahiya xelkê Kurdistanê bi vê pêngava han xweş bûye.

Serok Barzanî hevdem ev yek jî eşkere kiriye ku, bi pêwîst dizanim deriya vê lîsteya hevbeş bo ev xweşik û birayên pêkhateyên din yên etnîkî û olî û ev kesên ku, baweriya wan bi bihevre jiyan, hevçarenûsî û demokrasî û lêbûrînê heye vekirî be.

Hêvî dikim xelkê xweştewîst yê Kurdistanê her ji niha ve bi her awayî piştgîriya vê lîsteya han bike.KTV

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: