
Lawko tû lawkê minî
Paşa û him mîrê minî
Ronîka çavê minî
Cejna newroza te me
Paşa û serdar ti wî
Rûstem û salar ti wî
Kawe hesinkar ti wî
Çakûc û gürza te me
Hiş û sewdanê minî
Herdem civanê minî
Simax û sebra minî
Nay û bilora te me
şînî û şadî ti wî
Simko û qadi ti wî
Bîrwer û dadî ti wî
Rehwan û boza teme
Rêzan û hostê minî
Hüner û hestê minî
Girteye destê minî
Civan û soza teme
Sere biline min tiwî
Çira û findêm tiwî
Ciwan û rindêm tiwî
Xweşî û maza teme
Bilbilê baxê minî
şalûlê şaxê minî
Qûbadê mêrga minî
Ez dav û xefka teme
Meme li zindan ti wî
Koveyê sîpan ti wî
Bi gorye şêrîn ti wî
Zinar û lehya teme
Eywan û birca minî
Şapik û taca minî
Him dêr û xaça minî
Mizgeft û waza teme
Comerd û çêtir tiwî
Aştî û kotir tiwî
Xwendin û kültir tiwî
Pênûs û xêza teme
Xûrşîd Xelîl
xû[email protected]
xûrsid xelil facebook.com
..ez jî hezkirê vê helbesta te me.!